Gotinêt Mezinan (Ata Sözleri)
- Newroz a Sûltan î, Landik a sava bibe serbanî, çi êş nagehit e leşê xudanî. Dara xwezîyê şin nabe.
- Nabêjin kê kir; dibêjin kê got. Kanya ku tu avê jê vetxoy kevra ne avêjiyê. Teyrê ku goşt di xot nikilê wi xwar e. Erd birinc bît, av rûn bît, xudan çûne bît, zû xilas bît. Destê xebitî li ser zikê têre. Befir li zozanan têt rimrim, li deştan şîndibît genim, cotyar di bîte hakim.
- Dera ji bo te dibêjim, piştedera guhê xwe bidê. Heta nava destî reşnebît, tama devî xweş nabît
- Neket xeberê mezinan lêtêt şaxê bizinan. Heta serserî pirêve neçit qedrê pêyan nizanît Mal jin e binyat xanî. Cotyaro tu çi di çînî, hekû şîn bû di bînî. Kiç newar e, xox ne dar e, zevî berder e, ya dî beyare, jin dûtmam e, ya dî yar e. Pêtxwe temendî berka babêxwe dirêj dik e. Befra adarê dikevît heta gohêt darê, na mînêt hata êwar e. Pîvuk ne bahare, jina bê mêr ne yar e. Aqilê sivik barê giran e. Xeta xwar ji gayê pîrda ye. Serê ne êşît hawceyî desmalê nîn e. Şêr şêre çi jin bît çi mêr e. Bira biraye bazar cudaye. Şûjinê çavê xweda nabînît, beli derzîkê çavê xelkê da dibînît. Wek nanê ser sêlê ye, ne bere ne pişt.
- Dengê defê ji dûr da xweş e.
- Ecelê biznê tête canta şivênî. Kero nemire heta kîvar şînbît.
- Riya dirêj ji gavet biçûk destpê dik e. Her teyrek bi refê xwere difirit. Ez mîr, tu mîr, kî wê bibît wezîr. Dayê bela yê, xuşkê tehla yê, jinê were milê minê, te bigerînim li welatê dinê. Ji dêrê jî bû, ji mizgef tê jî. Pîrê bawer nekir di şûket, dawa next u heştêkêtxwe kir. Gundeke û gondurek. Xar rûne, rast baxve. Her serek aqilek e. Şulkerê xwe be, xweşhtivî yê xelkê be. Mirov karwanê mêwîjan diket, belê karwanê befrê naket. Her zalimek ê, zewala xwe yê hey. Çav çava dikevin, belê çîya bi çîya na kevin. Ezmanê dirêj darkû kê serê xwudanîy e. Xudê yê gotî, di te keme mîr belê mineke ji bîr, eger dê te keme êxsîr. Yê pisyarkerbe, da yê zanabî. Gotinêt mezinan, nexşêt berîne. Heta bab ne çîte aşi, kur têrnaxwet. Barana hûr cihê befrê vediket. Ji kerî jî bî kurtanî jî bî Ya dada adar, bide min rojeka sar, da gîskî pê bikem dar“. Ez çı dıbêjım bılûra mı çı dıbêj e.
- Ê jınê berde li pani yê na nêre.
- Ha kevır lı cer keft, ha cer lı kevir keft.
- Keçka bê bab wek çiya yê bê av e. Lı kerê mır î dıger e da nala jê ke.
- Mal ê axay di çit, can ê xulamî dêşît.
- Nav ê gur (gurg-kurt) derketi ye; rovi dinya xirab kır.
- Pisîk ne it mal, mişk evdirrehman'e.
- Kêtîk (Pişîk) nel mal e, mişkan dawet e
- Mirîşk hêkan de ket, birî qûna dêkilî de kevit Rû yê reş ne hewceyi teniyê ye. Serê du beranan dîzkek ê da na kelît. Şîr kavlan ê xwe nabirît. Tu cehennem ê ne bînî, beheşt bu te xweş nabît.
- War ew war e belê bıhar ne ew bihare..
- Xwûdan ê xêran, dibît e evdal ê ber dêran. Yek ta nabe, du ta tê ranab e. Yêt çîte masyan, di qûn li terbît. Eh hote ey hot, bab e kur firot dap dar û sot, dawê kiç firot dap kezan û kelut. Hirç û qûn şuştin.
- Kiç dara mazîn e Nav ê mezin li gund ê kavil. Befir sarîya xwo na hêlît. Ezman ê birîb e sera yê veşatîbe.
- Mirov ê bê xîrêt ne dinya ye û ne axrêt Şûna şêran, rovî lêt ket gêran. Ê deva xwedî bike, der yê xwe bilind dike. Wext ê ga t kevît kêr zêde dibin.
KAYNAK : VAHİT AKIN